Dîsa êrîşî ser hêzên biyanî li Îraqê hate kirin

derbarê ziraran de ti zaniyarî nehatine belav kirin
کوردستان TV
100%

Komîteya ragihandin ya cengî ya Îraqê îro sêşem ragihand ku îro dîsa bi mûşekan êrîşî ser navendeke leşkerî ya li Bexdayê hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya han îro kesên nenas bi mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Besame ya li başûrê Bexdayê kirine û du meşek li vê navendê ketine erdê.

Di daxuyaniyê de behsa cîha teqandina mûşekan hatiye kirin û eşkere bûye ku ev mûşek ji devera kargeha Nehrewan di nava zemînên çandiniyê de hatine teqandin.

Weke tê zanîn di nava hefteyekê de ev sêyemîn êrîşe ku li ser navendên leşkerî yên hêzên biyanî tên pêkanîn.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.