Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê Kolberekî Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Malpera Hengaw ragihandiye, îro danê sibê li devera sînorî ya Hengejale ya bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolberên kurd dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Seywan Şerîfî (23 salî) hat kuştin.
Seywan Şerîfî xelkê gundê Qulîawa yê bajarokê Bane bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin