Dest bi ser 52 tirimbîl de hatiye girtin

biryar û şîretên tendirostî binpê kirine
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya hatûçûya Hewlêrê ragihand ku bi tenê duhê bi şev jiber pêbend nebûn bi şîretên tendirostî û binpê kirina biryara qedexeya hatûçû, dest bi ser 52 tirimbîl de hatiye girtin.

Di daxuyaniya birêveberatiya polîsê hatûçûya Hewlêrê de hatiye diyar kirin ku belgenameyên 140 tirimbîlên din jî bi heman hincetê hatine wergirtin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku ev kesên ku pêbendî biryar û şîretan nebin dest bi ser tirimbîlên wan de tê girtin û di warê madî de jî tên cezakirin.

Weke tê zanîn tendirostiya Hewlêrê di destpêkê hefteyê de 48 seat qedexeya hatûçû ragihandibû û pişt re ev qedexe bo 72 seatan hate dirêjkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.