Li Hewlêrê hijmarek sermayedar û kesên xêrxwaz biryar dane daku bi mebesta hevkarî kirina hikûmeta Kurdistanê nexweşxaneke taybet bi Koronayê çê bikin.
Li ser vê mijarê parêzgariya Hewlêrê belav kir ku hijmarek sermayedar û xêrxwazên Kurd biryar dane di çarçoveya pêngavên hikûmetê de yên bo rûbirû bûna Koronayê, hevkariya hikûmetê bikin û bo vê yekê dest bi çê kirina nexweşxaneyeke taybet li Hewlêrê kirine.
Vê ev nexweşxaneya han di navbera 45 heta 60 rojan de were temamkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin