Îro 32 sal bi ser kîmyabaran kirina Helebce ji aliyê rejîma dîktator ya Sedamê ve derbas dibe.
Bîranîna kîmyabarana Helebceyê îsal ne weke salên din bû, jiber ku Korona bûye sedem daku qedexeya hatûçû were ragihandin. Rexmê vê jî li Helebceyê bo 24 seatan bi awayekî demkî qedexe hat hilweşandin, lêbelê li bajarên din qedexe didome.
Lewre bi merasimên girseyî kîmyabaran nehate bîranîn belku tenê tîmên tendirostî, tîmên xizmetgozarî û hêzên ewlekarî karîn di dema pîwerdariya xwe de seat 11ê bo qasî 5 deqîqeyan bo bîranîna şehîdên Helebceyê bêdeng rawestan.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin