Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fahredîn Kocayî gotîye, 12 kesên nû bi vîrûsê ketîne û hejmara berketiyan gihîştiye 18 kesan.
Li gor nûçeyeke bianetê wezîr Kocayî derbarê vîrûsa Covid-19ê da gotiye, heta niha hejmara berketiyên vîrûsê 18 ye.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahredîn Kocayî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye, 12 kesên din bi vîrusa Covid-19ê ketine û 2 kes ji wan 12 kesên ku îro encama testa wan pozitîv derketiye, têkiliya wan bi yekemîn berketiyên vîrusa Covid-19ê ra li Tirkiyeyê hebûye.
Wezîr Kocayî diyar kiriye ji 12 kesên nû bi vîrûsa Covid-19ê ketîye,2 jê derdorê nexweşê yekem in, 7 ji Amerîkayê û 3 jî ji Ewropayê hatine.
Roja 10ê Adarê yekemin berketê vîrûsa Covid-19ê li Tirkiyeyê hatibû ragihandin.
(DB/AY/FD)
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin