Em pîrozbahîyên newrozê û bibîranîna Jenosîda Helepçeyê betal dikin
Me wek HAK-PAR, PAK û PSKyê biryar dabû ku, li Amed û Stenbolê bi hevre Newrozê pîroz bikin û herweha li Amedê jî bihevre Jenosîda Helepçeyê bibîrbînin. Di vê derbarê de jî me amadeyîyên xwe temam kiribû.
Lê jiber Vîrusa Koronayê, em mecbûrin civata xwe ji xeterîya nexweşîyê biparêzin .
Bi vê hestyarîyê , em dixwazin gelê xwe agahdar bikin ku, em pîrozbahîyên xwe yên Newrozê yên li Amed û Stenbolê û bibîranina Helepçeyê ya li Amedê betal dikin.
Em bangî hemû hemwelatîyên xwe û hemû mirovahîyê dikin ku li himberî Vîrusa Koronayê tedbîrên pêwîst bigirin û xwe û dor û bera xwe ji vê xeterîyê biparêzin.
HAK-PAR(Partîya Maf û Azadiyan)
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)
PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)
Rojevakurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin