Lîwaya 101 ya Amerîkayê ber bi Îraqê birê ket

bo berevanî kirin ji hêzên Amerîkî tê şandin
کوردستان TV
100%

Li gor hin jêderên leşkerî di nava artêşa Îraqê de, piştî êrîşên ser leşkergehên hevpeymanan û balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, Amerîka hêza xwe ya êrîşber dişîne Îraqê.

Jêder behsa vê yekê dikin ku Lîwaya 101 ya Amerîkî û hêza êrîşkirinê ye û bi Bazên Xişok tê nasîn, ji Amerîkayê ber bi Îraqê ve birê ketiye.

Jêder eşkere kiriye ku li gor zaniyariyên berdest, ev hêza han vê li navendên Amerîkî di şûna hêzên ewlekarî yên ser bi kompaniyên taybet were bicîhkirin.

Ev hêza han di şerê dijî Sedamê de jî hatibû bikar anîn û Lîwayeke ku dikare di demeke kêm de hijmareke zêde leşker li cîhên curbicur belav bike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.