Welatiyek xaniyê xwe pêşkêşî wezareta tendirostî kir

dixwaze bo wan kesan bê bikar anîn ku bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Li devera Balakatê welatiyekî Kurd xaniya xwe ya mezin bo ku bibe nexweşxane pêşkêşî wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Balakatê ragihand ku welatiyek bi navê Hîwa Husên ku şêniyê balakatiyê bi mebesta piştgîrî kirin ji hikûmeta Kurdistanê bi taybetî wezareta tendirostî, xaniya xwe ya li Balakatê pêşkêşî wezareta tendirostî kiriye daku bibe nexweşxane û bikeve xizmeta xelkê.

Hîwa Husên eşkere kiriye ku ev xanî di çarçoveya rûbirû bûna Koronayê de pêşkêşî wezareta tendirostiyê hatiye kirin û eger hatû li deverê dekes bi Koronayê ket, vê demê wezareta tendirostî dikare ev xanî bo wan bikar bîne.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.