Di çarçoveya tedbîr û biryarên tendirostî yên bo pêşî girtina Koronayê, li devera Sîdekanê 7 welatî ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin.
Di vê derbarê de Birêveberê devera Sîdekanê Îhsan çelebî ji Kurdistantvê re ragihand ku di nava du rojan de 7 şêniyên deverê ku bi awayekî qaçax hatûçû kirine hatine binçavkirin.
Çelebî herwiha anî ziman ku ev welatiyên han bo cerbandinên nûjdariyê bo qerentîneyê hatine veguhastin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin