Polîsê Bexdayê ragihand ku cîha ku tê de bi mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Tacî ya li Bexdayê hatiye kirin keşif bûye.
Polîsê Bexdayê diyar kir ku ev cîha han li devera Elezam ya li Bakûrê Bexdayê bûye û tê de hîn jî 23 mûşekên din hebûne ku bo avêtinê amade bûne.
Weke tê zanîn piştî êrîşa roja pêncşemê, îro jî êrîşî ser navenda leşkerî ya Tacî hatibû kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin