Kesên ku pêbend nebin rûbirûyê yasayê tê kirin

dibêje tedbîr bo xwe parastinê ne
کوردستان TV
100%

Îro wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di presskonferansekê de eşkere kir ku pirsa Koronayê pirseke cidiye û eger ev bi cidî nêzî vê pirsê nebin vê demê vê bi cidî bi Koronayê bikevin.

Rêber Ehmed herwiha eşkere kir ku ji ber parastina selametiya welatiyan hatûçya navbera bajarên Kurdistanê qedexe kirine û tedbîrên tendirostî zêdetir kirin bi taybetî li deriyên sînorî yên herêma Kurdistanê.

Ehmed anî ziman ku tedbîrên han bo xwe parastinê ne û kesên ku pêbendî wan tedbîr û şîretan nebin vê rûbirûyê yasayê werin kirin.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku eger welatî hevkar bin vê demê rêya navbera bajaran danaxin lê eger hevkar nebin neçarin rêya navbera bajarên parêzgehan jî dabixin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.