Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeke Amerîkî civiya

behsa rewşa Sûriye û Îraqê kirin
نێچيرڤان بارزانى و شاندێكى ئه‌مه‌ريكى
کوردستان TV
100%

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Amerîkî bi Serokatiya Cîgirê nunerê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên hevpeymaniya cîhanî William Roebuckkir.

Di civînê de her dû alî pêşhatên Iraqê û êrîşa şeva derbasbûyî ya li ser Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Serbazgeha Eltacî li Bexda, pêşhatên siyasiyên dawî yên li Iraqê û hewlên wan ya ji bo destnîşankirina berbijêreke nû ya Serokayetiya Hikûmetê, peywendiyên Hewlêr û Bexda, pêşketinên belavbûna Corona li Iraq û Herêma Kurdistanê û amadekarî û hengavên ji bo rûbirûbûn û rêgirîkirin û zêdenekirina wê hate guftûgokirin.

Di beşekî dinê civînê de ku Konsolê Giştiyê Amerîka li Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên Herêma Kurdistanê amade bûn, metirsiya serhildana Da’îş û girîngiya berdewamiya piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo berevanîkirinê, pirsa Sûriye û pêşketinên serbazî, rewşa Kurd li Sûriye û hewlên ji bo hevdû nêzîkkirina aliyên Kurdî yên Sûriye xistin ber behs û her du alî tekez li ser piştgîrîkirina wan hewlan kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.