Serokwezîrê herêma Kurdistanê derbarê êrîşa duhê ya bo ser Tacî peyamek weşand û ev êrîşa han şermezar kir, ev jî tekesta peyama Serokwezîriye;
Bi tundî êrîşa ser leşkergeha Tacî li Îraqê yaku duhê bişev pêk hatiye û bûye sedema can ji destdan û birîndar bûna hijmarek Perwerdekar û Şêwirmendên hêzên hevpeymanan, mehkûm dikim:
Sersaxiyên xwe pêşkêşî kesûkar û hevkarên leşkerên ku canê xwe ji dest dane dikim û hêviya başbûna bilez bo birîndaran jî dixwazim.
Di demeke de ku hîn jî gefa terorê li Îraq û deverê de maye, ev kiriyarên han yên bi vê rengî derfet bo bihêzbûna komên terorîstî xweş dikin, di nava Îraqê de kêşeyên tendirostî, abûrî û ewlekarî zextên gelek zêde li ser welatiyan çê kirine, jiber vê yekê aloztir kirina rewşê zirarê mezin bigehîne Îraq û tevahiya gelên deverê.
Daxwaz dikin ku bi hemahengiya li gel tevahiya aliyên nîştimanperwer û dilsozên deverê û hevpeymanan pêşî ji her hewleke têkder were girtin û karînên heyî bo dabîn kirina aramî, aştî û baştir kirina rewşa jiyana welatiyan werin bikaranîn.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
12.3.2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin