Amerîka: Em leşkerên xwe naşînin Îdlibê

dibêje em nikarin leşker bişînin deverê
کوردستان TV
100%

Piştî ku hikûmeta Tirkiyeyê derbarê Îdlibê de daxwaza hevkariyê ji Amerîkayê kiribû, rayedarên Amerîkayê jî bersifa Tirkiyeyê dan û eşkere kirin ku Amerîka amadeye di warê şêwirmendiyê de hevkariya Tirkiyeyê bike lêbelê Amerîka hêzên xwe naşîne Îdlibê.

Li ser vê mijarê Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê Robert C. O'Brien diyar kiriye ku Amerîka hêzên xwe yên leşkerî bo piştîvanî kirin ji Tirkiyeyê naşîne Îdlibê.

Beriya niha jî wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kiribû ku Amerîka di mijara Îdlibê de nikare bi awayeke piratîkî hevkariya Tirkiyeyê bike.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.