Duhê bişev piştî demeke kêm ji êrîşa ser leşkergeha Tacî ya li Bexdayê, balefirên ser bi hevpeymaniya cîhanî li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê de êrîşî ser çekdarên heşda şebî kirin.
Li gor jêderên ewlekarî duhê bi şev li devera Ebû Kemal êrîşî ser navendên leşkerî yên komên çekdar weke hizbulah, Fatimiyûn, Noceba û Zeynebiye çend komên din yên ser bi heşda şebî ve hatiye kirin û di encam de herî kêm 26 çekdar hatine kuştin û bi dehan çekdarên din jî birîndar bûne.
Jêder behsa vê yekê dikin ku di encama êrîşa han de zirarên gelek mezin bi wan komên çekdar ketine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin