Serokê herêmê derbarê Koronayê de peyamek pêşkêşî raya giştî kir

daxwaz ji xelkê dike pêbendî şîretên tendirostî be
کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rûbirûbûna vîrusa Koronayê li Kurdistanê amaje bi wê kir, “Bi hesteke berpirsiyariyê û hevkariya me hemûyan bi hev re, em dikarin tendirustî û selametiya xwe û jîngeha xwe ji vê metirsiyê biparêzin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rûbirûbûna vîrusa Koronayê li Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje xweparastin baştirîn çeka berevaniyê ye û diyar dike, “Îro ku cîhan bi giştî rûbirûyê metirsiya Koronayê bûye, rêgirîkirina li belavbûn û zêdekirina vê virusê xema serekî û karê pêşîneya hemû welatan û rêxistinên navdewletiye. Bi ezmûn hatiye selmandin ku ji bo kêmkirina ziyanên Korona û zalbûna li ser karîgeriyên wê, xweparastin baştirîn çeka berevaniyê ye.”

Nêçîrvan Barzanî, “helmet û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo berevanîkirina vê virusê û hengav û karên wan bilind” dinirxîne û dibêje, “erkê me hemû aliyekê ye hevkar û alîkarê wan bin di bicihkirina karên wan de.”

Serokê Herêma Kurdistanê, spas û destxweşiyê li hemû “wezaretên peywendîdar, doktor, perestar, karmend û tîmên pizîşkî û tevahiya kertê tendirustiyê û polîs û asayîş û karmendên firokxane û derbasgeh û parêzgeh û îdareyan ku xizmetê dikin û ji bo rûbirûbûna Koronayê hevkar û hemaheng in” dike û daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên peywendîdarên cîhanî dike “ji bo rûbirûbûna Koronayê, hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.”

Di dewama daxuyaniya xwe de Serokê Herêma Kurdistanê bang li xelkê Kurdistanê jî dike û tekez dike, “Bi hesteke berpirsiyariyê û hevkariya me hemûyan bi pêk ve, em dikarin tendirustî û selametiya xwe û jîngeha xwe ji vê metirsiyê biparêzin. Girîng e bi hişyariyê ve muamele li gel vê rewşê da bê kirin, ne ku bi tirs û îhmalkirinê.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Divê rênimayiyên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî taybet bi xweparastin û paqijiyê, biryar û rêkarên aliyên peywendîdarên hikûmetê ji bo rêgirîkirina li belavbûna vê virusê, bi hûrî û dirustî bêne bi cîhkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Erkê hemû kesekê ye ji bo parastina tendirustiyê, jiyan û selametiya xwe û malbata xwe, civak û jîngehê xwe bi berpirsyar bizane” û diyar dike, “Ez ji hemû Kurdistaniyên ezîz çaverê dikim ku bi hestkirina bi berpirsiyariyê ve beramber bi vê erkê mirovî, niştimanî, olî û exlaqî muamele bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekeziyê li ser hevkarî û hemahengiya li gel civaka navdewletî dike bo rûbirûbûna Koronayê û dibêje, “Bi hevkarî û hemahengiya hemû aliyan û pabendiya xwe ya bi rênimayiyan, xwe û gel û welatê xwe diparêzin û vê dijwariyê jî derbas dikin. Hemû hevkarî û hemahengiyek jî li gel Rêxistina Tendirustiya Cîhanî û aliyên peywendîdar ên Iraqê û civaka navdewletî dikin. Bi hêviya selametiyê ji bo hemû Kurdistaniyan û gelê Iraqê û gelên cîran û cîhanê re dixwazim.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.