Piştî ku duhê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan diyar kiribû ku helwesta Amerîkayê ya li hember pergala berevaniya mûşekî ya S 400 yaku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine stendin hatiye guhertin, îro Amerîka bersifa Erdogan da.
Wezareta berevanî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye ku helwesta Amerîkayê li hember S400an nehatiye guhertin û heta Tirkiye ev pergala mûşekî venegerîne Rûsyeyê, Amerîka bi ti awayî pergala berevanî ya Patriot nade Tirkiyeyê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin