Serokwezîrê Îtalya Giuseppe bang li gel dike ku ji malên xwe dernekevin

Piştî çînê hijmara herî zêde ya miriyan li Îtalyayê ye
کوردستان TV
100%

Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li Îtalya di 24 saetên dawî de 97 kes kuştin.

Bi vî awayî li Îtalya hejmara kesên jiber Covid-19 jiyana xwe ji dest dane rabû 463’yan.

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte bang li gel kir ku ji malên xwe dernekevin.

Giuseppe da zanîn ku xêncî kar û rewşên demûdest derketine derve hatiye sînordarkirin.

Jiber Covid-19 maçên futbolê û yariyên din yên sporê heta 3’ê Nîsanê hatin rawestandin.

Îtalya bi mirinên dawî yên jiber Covid-19 re li dû Çînê tê û li dû wê jî Îran di rêzê de ye.

Covid-19 li Çînê 3120 û li Îranê jî 237 kes kuştine.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.