Parlementerekî Îranî: Direw li gel xelkê hatiye kirin

dibêje lazime tawanbar werin dardekirin
کوردستان TV
100%

Parlementerekî Îranî di gotara xwe de yaku li parlementoya vê welatî pêşkêş kiriye rexne li îdareya welat kiriye û ragihandiye ku direw li gel xelkê hatiye kirin.

Li gor nûçeyeke Etemadonline parlementerê Tehranê Xolam Reza Heyiderî rexne li îdareya welat kiriye û ragihandiye ku îdareya welat di çend bûyeran de direw li gel xelkê kiriye û rastî ji xelkê re eşkere nekiriye.

Heyiderî herwiha behsa vê yekê kiriye ku Korona di destpêkê de li bajarê Qumê belav bûye lêbelê tedbîrên pêwîst li hember Koronayê nehatine stendin.

Nav hatî eşkere kiriye ku tawanan zirar gehandin bi tendirostiya xelkê weke tawana belav kirina xirabiyê ye li ser erdê û cezaya vê jî darde kirine lewre lazime kesên ku ev yek kirine werin dardekirin.

N: E.G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.