Buhayê petrolê dabezî

jiber belav bûna vîrosa Koronayê dabeziye
کوردستان TV
100%

Jiber belav bûna vîrosa Koronayê li zêdetir ji 85 welatên cîhanê, abûriya cîhanê jî rastî astengiyan hatiye.

Her di vê çarçoveyê de buhayê petrola xam li seraserê cîhanê bi rêjeya ji sedî 21 dabeziye û niha buhayê her bermîl petrola xam li bazarên cîhanê de 35 dolar û 70 sente.

Belav bûna vîrosa Koronayê ne tenê bandor li ser tendirostiya xelkê belku li ser rewşa abûriya cîhanê jî kiriye û tê gotin ku eger belav bûna vîrosê bi vê awayî berdewam be vê demê mimkune ku buhayê petrolê zêdetir dabeze.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.