Di nava hêzên pêşmerge de Korona tuneye

dibêje cebandinên pêwîst hatine kirin
کوردستان TV
100%

Cîgirê birêveberê giştî yê beşê tendirostiya hêzên pêşmerge ragihand ku cerbandinên nûjdarî yên pêwîst bo beşeke zêde ji hêzên pêşmerge hatine kirin û ti pêşmergeyek bi vîrosê neketiye.

Cîgirê birêveberê beşê tendirostiya hêzên pêşmerge Dr. Rêbîn Mehmûd Ehmed herwiha diyar kir ku di nava hêzên pêşmerge de tedbîrên pêwîst bo rûbirû bûna Koronayê hatine stendin û hêzên pêşmerge jî şîretên tendirostî bi başî cîhbicîh dikin.

Nav hate anî ziman ku nexweşxaneya taybet ya hêzên pêşmerge li Behrikê jî bo derman kirina welatiyên sivîl yên ku bi Koronayê katine hatiye diyarkirin û niha du welatî ku li Hewlêrê bi vîrosê ketine li vê nexweşxaneyê tên dermankirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.