Şandeke hêzên hevpeymaniya cîhanî duhê li Rojavayê Kurdistanê li gel şendeke hêzên Sûriyeya demokratîk civiya.
Piştî civînê her yek ji peyvdarê HSDê Mistefa Balî û Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî Myles B. Caggins di presskonferansekê de behsa têkiliyên navbera HSD û hevpeymaniya cîhanî kirin.
Her di heman presskonferansê de Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî Myles B. Caggins eşkere kir ku vê hevkariyên wan bo HSDê bidomin û bihev re li ser şerê dijî DIŞIê berdewam bin.
Myles B. Caggins anî ziman ku evê li ser hevkarî kirin û hemahengî kirin li gel HSDê bo şerê dijî DIŞIê berdewam bin.
Nav hatî diyar kir ku hêzên wan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ne û heta niha biryar nedane ku ber bi Îdlibê ve biçin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin