Qaymeqamê nahiya Zumar ya Şingalê ragihand, hikûmeta Iraqê dixwaze tevahiya çekdarên Iraqî yên DIŞIê li Zumar kom bike.
Ev demek e hikûmeta Iraqê li nahiya Zumar ya Şingalê dest bi çêkirina kampekê kiriye bo çekdarên DIŞIê û malbatên wan yên ku ji Sûriyê vegeriyane û teslîm bûne.
Qaymeqamê Zumarê, Ehmed Gergerî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, nêzîkî 2500 çadir li kêleka nahiya Zumar hatine vegirtin da ku malbatên çekdarên DIŞIê tê de bên bicîhkirin.
Ehmed Gergerî her wiha got, ew endamên DIŞIê ne xelkê Mûsilê ne, xelkê bajarên din yên Iraqê ne. Hinek ji wan jî biyanî ne.
Qaymeqamê Zumarê daye zanîn, ew bi tundî li dijî wê yekê ne ku DIŞI li devera wan were bicîhkirin û gotiye, hikûmeta Iraqê dixwaze tevahiya DIŞIên Iraqê li Zumarê bicîh bike. Ev metirsîdar e ji ber ku DIŞI bi awayekî veşartî xwe amade dike û li benda firsendekê ye êriş bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin