Oldarekî navdar yê Îranî canê xwe ji dest da

li gor amarên fermî heta niha 92 kesan canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îranê oldarekî navdar yê Îranê ku hevdem berpirsekî mezin yê vê welatî jî bûye, jiber vîrosa Koronayê canê xwe ji dest daye.

Çapemeniya Îranê belav kir ku berpirsê navenda zanistî ya Ehmed Muctehêdê Tehranî, Muhsên Hebîbî şeva derbasbûyî ji ber vîrosa Koronayê li nexweşxaneya Camaran ya leşkerî yaku taybete bi berpirsên bilind yên Îranê, canê xwe ji dest daye.

Li gor amarên fermî yên Îranê heta niha bi giştî 92 welatî bi vîrosê canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 922 welatî jî bi vîrosê ketine û herwiha di nava du rojan de 15 welatî canê xwe ji dest dane.

Weke tê zanîn duhê Serokkomarê Îranê jî huşdarî dabû û gotibû Korona li seraserê Îranê belav bûye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.