Li gor daxuyaniya birêveberatiya hatûçûya Silêmanî, îro danê sibê di encama bûyereke tirafîkê de 3 welatî canê xwe ji dest dane û welatiyeke din jî birîndar bûye.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku bûyer li ser rêya navbera Silêmanî û Dûkanê li nêzî gundê Girde Bor qewmiye û di encam de tirimbêla ku ji kontrolê derketiye çûye nava cadeya hember û xwe bi tirimbêleke din de daye û sê welatî canê xwe ji dest dane û welatiyeke din jî birîndar bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin