Li gor daxuyaniya parêzgariya Hewlêrê, jiber hin sedeman li bajarê Hewlêrê bi giştî 28 kafe û xwaringeh hatine cezakirin û daxistin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev kafe û xwaringeh pêbendî şîretên parêzgar û wezareta tendirostî yên bo pêşî girtin ji vîrosa Koronayê nebûne lewre hatine cezakirin û daxistin.
Hate zanîn ku hinek ji wan kafe û xwaringehan bi cezayê pereyê hatine cezakirin û hinek ji wan jî hatine daxistin û pişt re jî sozname bi xudanên wan re dane îmzekirin ku careke din biryaran binpê nekin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin