23 parlementerên Îranê bi Koronayê ketine

daxwaz ji xelkê tê kirin ji malên xwe dernekeve
کوردستان TV
100%

Parlementoya Îranê ragihand ku heta niha 23 parlementerên Îranê bi vîrosa Koronayê ketine.

Cîgirê Serokê Parlementoya Îranê Ebdulreza Misirî ragihand ku di encama cerbandinên nûjdariyê yên taybet bi vîrosa Koronayê de eşkere bûye ku bi giştî 23 parlementerên Îranê bi Koronayê ketine.

Misirî herwiha diyar kir ku, Korona li seraserê Îranê belav bûye lewre daxwaz ji xelkê vê welatî dike daku ji malên xwe dernekevin.

N: e. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.