Îraq û Îran behsa tedbîrên xwe yên li hember Koronayê dikin

têkiliyên xwe yên abûrî û bazirganî berfiretir dikin
کوردستان TV
100%

Wezareta derve ya Îraqê belav kir ku îro wezîrê derve yên Îraq û Îranê bi rêya telefûnê bihev re peyvîne.

Li gor daxuyaniya han wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi telefûnê li gel wezîrê derve yê Îraqê Mihemed Elî Hekîm peyviye û her du alî behsa tedbîrên Îran û Îraqê yên li hember vîrosa Koronayê kirine.

Di berdewamiya ev giftûgoya telefûnî de her du alî behsa rewşa siyasî ya deverê û berfirtir û bihêztir kirina têkiliyên abûrî û bazirganî yên di  navbera Îraq û Îranê de kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.