Tirkiye û cîhadî ava Hesekê qut kirine

cîhadî bo berdana avê daxwaza pereyê ji xelkê dikin
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 10 rojane ku Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê û derdorê qut kirine.

Li gor jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê piştî dagîr kirina deverê ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve, vê carê Tirkiye û cîhadî dest bi êrîşeke din li dijî xelkê deverê kirine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku ev 10 roja Tirkiye û cîhadiyan ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê û derdorê qut kirine.

Stasiyona dabîn kirina ava Hesekê yaku bi Elok tê nasîn 5km dikeve Rojhilatê bajarê Serê Kanî û ji aliyê cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatibû dagîrkirin, ev 10 roj bû ev stasiyon hatibû daxistin û cîhadî bo berdana avê daxwaza pereyan ji xelkê kiribûn.

Ava Hesekê ji 3 bîran pêk tê û rojane 175 metre sê goşe av tê dabînkirin.

Di nava wan 10 rojan de îdareya dabîn kirina avê ya Rêveberiya xweser bi tankan av li ser xelkê Hesekê dabîn dikin.

Niha hin jêder behsa vê yekê dikin ku cîhadî rojane tenê sê seat avê bo Hesekê ber didin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.