Êrîşî navendeke hêzên hevpeymanan hate kirin

du mûşek ber navendê ketine
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên ewlekarî duhê bi şev li parêzgeha Selahedînê bi mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Sidêq ya hevpeymanan li parêzgeha Selahedînê hatiye kirin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku di encama êrîşê de ku ti zirarên canî û malî li pey xwe ne aniye, du mûşek ber navenda han ketine.

Heta niha nayê zanîn ku ev mûşek ji kûderê hatine avêtin.

Weke tê zanîn ku di roja 13ê meha Sibatê de jî bi mûşek êrîşî navenda leşkerî ya K1 ya li Kerkûkê hatibû kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.