Yûnan tedbîrên ewlekarî li ser sînor zêdetir dike

Ewrûpa jî alîkariya Yûnanê dike
کوردستان TV
100%

Piştî ku hikûmeta Tirkiyeyê bi mebesta destwerdanî kirina welatên Ewrûpî li rewşa Îdlibê li hember Rûsyeyê, deriyên sînor bo çûna koçberan bo Ewrûpayê vekir, Yûnan jî tedbîrên ewlekarî li ser sînorê xwe zêdetir kir.

Ji roja pêncşem ya hefteya derbasbûyî Tirkiye deriyên sînorî vekiriye û koçber berê xwe didin sînorê Yûnanê, lêbelê Yûnan jî sînor daxistiye û hêzên ewlekarî yên Yûnanê rê nadin ti koçberek derbasî welatê wan bibe.

Niha hijmareke zêde koçber di navbera sînorên Tirkiye û Yûnanê de mane asê.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.