Rewşa ew 4 welatiyên bi vîrosê ketibûn başe

rewşa wan ya tendirostî başe
کوردستان TV
100%

Piştî ku hate diyarkirin ku li Silêmanî 4 welatiyên Kurd ku ji Îranê vegeriyane, bi vîrosa Koronayê ketine, Birêvebirê tendirostiya Silêmanî, Parêzgarê Silêmanî û birêvebirê asayîşa Silêmanî di preskonferanseke hevbeş de li ser vê mijarê zaniyarî dan.

Di preskonferansê de hatiye gotin ku ev her çar welatî ji Îranê vegeriyane ku sê ji wan endamên malbetekê ne û yeke din jî jineke ku ji Îranê vegeriyaye.

Cerbandinên nûjdariyê bo wan her çar kesan hatine kirin û niha di bin çavdêriya nûjdariyê dene û rewşa wan başe.

Hêjayê gotinê ye ku piştî daxistina sînoran li gel Îranê, hijmarek Kurdistanî ku li Îranê bûne, bi rêyên derqanûnî vedigerin Kurdistanê jiber vê yekê jî egera belav bûna vîrosa Koronayê li Kurdistanê de heye û wezareta tendirostî jî duhê daxwaz ji Kurdistaniyan kiribû daku li ser ew kesên ku bi awayên derqanûnî vedigerin Kurdistanê zaniyarî bidin wan daku cerbandinên nûjdarî bo wan werin kirin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.