Rûsye Tirkiye direwand

Sûriye dibêje balefira Tirkiyeyê hatiye xistin
کوردستان TV
100%

Piştî ku îro hikûmet û çapemeniya hikûmeta Tirkiyeyê belav kir ku balefireke Su 24 ya rejîma Sûriyeyê li navçeya Seraqîb ya li Îdlib xistine erdê, wezareta berevanî ya Rûsyeyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku nûçeya xistina balefira Su 24 dure ji rastî û ti balefireke Rûsî anjî Sûrî nehatiye xistin.

Ji aliyeke din ve ajansa SANA ya rejîma Sûriyeyê diyar kir ku raste balefirek hatiye xistin lê balefira han balefireke bêyî pîlot ya Tirkiyeyê bûye.

Herwiha her îro wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Xilûsî Akar diyar kir ku operasiyona Tirkiyeyê îro bi fermî destpê kiriye û navê operasiyonê mertala Buharê ye.

Akar herwiha eşkere kiriye ku Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê şerê dijî Rûsyeyê bike.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.