Wezareta pêşmerge ya Kurdistanê îro pêncşem belav kir ku bi mebesta parastina selametiya hêzên pêşmerge biryar daye daku bi awayekî demkî tevahiya devreyên perwerdehî yên leşkerî yên hêzên pêşmerge rawestîne.
Di daxuyaniya wezareta pêşmerge de behsa vê yekê hatiye kirin ku niha li welatên derdorê me rewşeke awarte heye û vîrosa Koronayê belav bûye û bi mebesta parastina selametiya hêzên pêşmerge weke tedbîr biryar hatiye dayîn daku bo demeke kurt devreyên perwerdehî yên leşkerî werin rawestandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin