Serokwezîr wenêrînê bo cîhê cerbandinan kir

dibêje bo parastina selametiya welatiyan emê her tiştekê bikin
کوردستان TV
100%

Piştî ku wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê li nexweşxaneya hînkarî ya Hewlêrê cîheke taybet bo cerbandinên taybet bi vîrosa Korona vekir, îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana vê cîhê kir.

Serokwezîr serdana tevahiya beşên vê cîhê kir û wenîrên bo karûbarên pêkhatî kir û pişt re jî di presskonferansekê de ragihand ku hikûmeta herêma Kurdistanê tedbîrên pêwîst bo rûbirû bûna vîrosa Koronayê stendiye.

Serokwezîr herwiha eşkere kir ku her çend vîrosa Koronayê gehêştiye welatên derdor, lêbelê heta niha nehatiye Kurdistanê û em jî weke hikûmet bo parastina welatiyan tevahiya tedbîrên pêwîst stendine û berdewam dibin li ser hewlên xwe yên bo parastina selametiya welatên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku ev vîrosa han mimkune vîroseke demsalî be lê lazime em bi her awayî xwe bo rûbirû bûna vîrosa han amade bikin.

Barzanî herwiha daxwaz ji xelk û aliyên têkildar kir daku hevkariya hikûmetê bikin û nabe ti kes bi ti awayî nirx û buhayên pêdiviyên jiyanê li ser xelkê giran bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.