Îro li bajarê Îstenbûlê hunermendê navdar yê Kurd, Seîd Yûsif jiber nexweşiyê koça dawî kir.
Seîd Yûsif sala 1947 li Qamîslo ji dayik bûye, temena xwe bo stiran û muzîka Kurdî terxan kiribû û ew qas pêşkeft daku bi fermî sendîkaya hunermendên Sûriyeyê naznavê Emîrê Bozqê jê re pêşkêş kir.
Her du stiranên Ay Felek û Qamîşlo bajarê ewînê ji stiranên vî yên bi nav û dengin.
Nav hatî li ser asta dever û cîhanê jî çendîn car xelatên curbicur yên warê mûzîk û hunerê stendiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin