Amerîka: Me Patriot neşandine Tirkiyeyê

Tirkiye daxwaz ji Amerîkayê kiribû jê re Patriotan bişîne
کوردستان TV
100%

Piştî aloz bûna rewşa Îdlibê û dom kirina êrîşên artêşa Sûriyeyê yên bo ser artêşa Tirkiyeyê, Tirkiye daxwaz ji Amerîkayê kiribû daku pergala berevaniya mûşekî ya Patriot li ser sînorê navbera Tirkiye û Sûriyeyê bicîh bike.

Duhê govara Forbes ya Amerîkî belav kiribû ku Amerîka Patriotên xwe yên li Almanyayê veguhastiye Tirkiyeyê lê îro rayedarên leşkerî yên Amerîkî ev yek red kirin.

Li ser vê mijarê Fermandariya hêzên leşkerî yên Amerîkî yên li Ewrûpayê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku raste Tirkiye daxwaza şandina Patriotan kiriye lêbelê ev Patriot nehatine şandin û heta niha Amerîka biryar li ser vê yekê nedaye.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.