Eyşe Hiso û Enwer Muslim bûn hevserokên PYD‘ê

ev kongreya 8an ya PYDê bû
کوردستان TV
100%

Eyşe Hiso û Enwer Muslim wekî hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hatin hilbijartin.

Piştî erêkirina rêziknameya partiyê, hilbijartin dest pê kir. Li gorî piraniya dengan Enwer Muslim û Eyşe Hiso bûn PYD‘ê hatin hilbijartin

Duh li bajarê Rimêlan kongreya 8`emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" dest pê kir. 600 delege ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, başûrê Kurdistanê û Ewropayê beşdarî kongreyê bûne. Nûnerên MSD, QSD, Desteya Koordînasyona Nîştimanî – Tevgera Guhertin, Partiya Yekitiya Suryanî, Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyasetmedar, nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên jin û ciwanan, eşîrên Kurd û Ereb, rewşenbîr û akademîsyen tev li kongreyê bûne.

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.