Piştî destnîşan kirina 4 kesan li Kerkûkê ku bi vîrosa Koronayê ketine, parêzgarê Kerkûkê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya parêzgarê Kerkûkê de hatiye diyarkirin ku bi mebesta pêşî girtin ji belav bûna vîrosa Koronayê biryar hatiye dayîn daku bo demeke nediyar debistan û zanîngeh li Kerkûkê werin daxistin.
Herwiha danîna perse û merasîmên behiyê bo miriyan û organîze kirina ahengên curbicur li vê bajarê bo du hefteyan hatiye rawestandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin