Wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl ragihand, Bexdayê biryar da mûçe û bûdceya Pêşmerge bide.
Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl ragihand, piştî ku wî bi wezîrê berevaniya Iraqê re hevdîtin kir, wezîrê berevaniya Iraqê da zanîn ku ewê bûdceya salên 2019,2020 û salên bê ya Pêşmerge bide.
Wezîrê Pêşmerge da zanîn ku wezîrê berevaniya Iraqê biryar da şandeka bilind serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel wezareta Pêşmerge bicive da ku mekanîzma bicîhanîna wan biryarên ku hatine dayîn, destnîşan bikin.
Weke tê zanîn duhê şandeke leşkerî ya Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû û li gel rayedarên leşkerî yên Îraqê civiya bû û li ser çemd mijaran lihev kiribûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin