Li Îranê 6 kes canê xwe ji dest dan

heta dawiya hefteyê navendên xwendinê hatine daxistin
کوردستان TV
100%

Piştî belav bûna vîrosa Korona li Îranê, hikûmeta vê welatî ragihand ku heta niha 6 welatî jiber vîrosa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Herwiha hate zanîn ku du berbijêrên hilbijartinên parlementoya Îranê yên ku karîne serkeftinê bidest bînin bi navên Elî Axazade û Elî Remezanî jî bi vê vîrosê ketine.

Hikûmeta Îranê tevahiya debistan, xwendingeh û zanîngehên 9 bajaran bi mebesta pêşî girtin ji belav bûna vîrosê daxistiye.

N: E G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.