Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr kir.
Di civînê de Serok Barzanî û Osman Baydemîr behsa rewş û pêşhatên dawî yên deverê kirin û nêrînên xwe derbarê rewşa gelê Kurd li Rojhilata Navîn de diyar kirin.
Di berdewamiya civînê de her du alî tekez li ser peyama aştiyane ya gelê Kurd û hilbijartina rêya diyalog û jihev fêm kirinê bo çareser kirina kêşeyan kirin.
Di berdewamiya civînê de lihev nêz bûna aliyên siyasî yên Kurdî û yek gotariya netewî ya Kurdan bi giring hate wesifkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin