NY bo Bakurê Sûriyê careke din banga agirbestê dike

dibêje vê hijmareke zêdetir ji xelkê deverê were kuştin
کوردستان TV
100%

Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet bo rojavayê bakurê Sûriyê banga agirbestê kir.

Bachelet diyar kir li rojavayê bakurê Sûriyê îsal bi qasî 300 sîvîl hatine kuştin û êrîşên dijî kampên penaberan, dibistanan û nexweşxaneyan şermezar kirin.

Wê da zanîn ku metirsiyên ser Sûriyan ji berê zêdetir bûne û got: Tirsa min ew e ku kesên zêdetir werin kuştin.

Li gor nûçveyeke voayê Berdevikê Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan yên NY’ê Rupert Colville jî pêngavên leşkerî yên Rûsya û Sûriyê rexne kirin.

Colville eşkere kiriye ku eger merov li êrîşên dijî nexweşxane, navendên saxlemîyê û dibistanan binêre, nabe ew hemî qeze werin hesibandin.

Serokê Sûriyê Beşar Esad roja duşemê diyar kiribû ku li Helebê kontrol ketiye destê hêzên wan û gotibû ku ewê operasyonên li Îdlibê bidomînin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.