Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Îdlibê ya li rojavayê bakurê Sûriyeyê banga agirbestê kir.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Mafên Mirovan yê NY’ê Mark Lowcock bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku kêşeya mirovî gihiştiye asteke ‘’pir dijwar’’.
Lowcock diyar kir ku ji meha Berfanbarê vir ve 900,000 kesên li herêma Îdlibê ji warên xwe derketine û got ku jiber kamp tije ne, ew di hewaya sar de li derve dimînin.
Wî bi berdewamî da zanîn ku dijî navendan sîvîlan êrîş li dar dikevin û dîyar ki bo herêma Îdlibê ku tekane rêka bidawîkirina aloziyê, agirbest e.
voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin