Berpirsekî çekdarên Talibanê bi navê Ebdulselam Henefî ragihandiye ku vê di dawiya meha Sibatê de li Duheya Paytexta Qeterê bi merasimeke fermî di navbera Amerîka, Efxanistan û Talibanê de rêkeftinek were îmzekirin.
Ebdulselam Helenfî eşkere kiriye ku vê di merasima îmze kirinê de nunerên welatên îslamî, Yekîtiya Ewrûpa, Netewên Yekgirtî û Amerîka jî amade dibin.
Henefî herwiha eşkere kiriye ku piştî îmze kirina rêkeftinê vê Amerîk û Efxanistan 5 hezar çekdarên girtî yên Talibanê berdin û Taliban jî 1000 kesên girtî azad dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin