Îro şandeke Hevpeymanan serdana wezareta pêşmerge kir û ji aliyê Serokerkanê wezareta pêşmerge Cemal Mihemed ve hate pêşwazîkirin.
Di civînê de ku her yek ji berpirsê plandanan û perwerde kirina hevpeymanan amade bûn behsa hevkarî û hemahengiyên navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan hate kirin û her du alî tekez li ser domandina ev hevkarî û hemahengiya han kirin.
Di beşeke din ya vê civînê de giftûgo li ser rewşa ewlekarî ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û kiriyarên terorîstên DIŞIê li wan deveran hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin