Mesrûr Barzanî: Taybetmendiyên Kurdistanê li ber çavin

dibêje civînên me gelek baş bûne
مه‌سرور بارزانی
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku bo beşdarî kirin di konferansa ewlekariya Munichê de niha li Almanyayê ye di presskonferansekê de naveroka hevdîtinên xwe li gel rayedarên welatên din eşkere kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku taybetmendiyên herêma Kurdistanê ji aliyê welatên dost ve li her çav hatine girtin.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku civîn û hevdîtinên me li gel rayedarên welatên din gelek baş bûne yek ji wan jî civîna li gel wezîrê nerejiyê yê Amerîkayê û wezîrê Amerîkî xwesteka welatê xwe bo berfirtir kirina têkiliyên welatê xwe yên di warê enerjiyê de li gel Kurdistanê diyar kir.

Barzanî eşkere kir ku welatên din weke faktereke giring di bûyerên Rojhilata Navîn de li Kurdistanê dimizînin û pirsa piraniya wan ew bû ku çawe beşdarî di normal kirina rewşê de bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.