Rûsye piştîvaniya mafên gelê Kurd dike

Rûsye dibêje emê piştîvaniya mafên gelê Kurd bikin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Rûsyayê civiyan û piştî civînê Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro şeme 15/2/2020 li bajarê Munich li gel wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov civiya û di civînê de me derbarê pêşhat û guhertinên Îraq û deverê de û geşe pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Rûsyeyê de giftûgo kir.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser giringiya aram bûna rewşa deverê bi taybetî rewşa Sûriyeyê kir û daxwaz ji Rûsyeyê kir rola xwe ya giring ya bo dabîn kirina aramiya Sûriyeyê û rêz girtin ji mafên tevahiya pêkhateyan di nava de jî gelê Kurd were girtin.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Rûsyeyê behsa vê yekê kirk u Rûsye piştîvaniya mafên gelê Kurd li deverê dedike û dixwaze rewşa Îraqê aram be û pêşî jî dubare çalakbûna terorîstên DIŞIê were girtin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.