Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê berevanî yê Amerîkayê civiya û piştî civînê, Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro çarşem 15/2/2020 di duyem roja konferansa ewlekariya Munichê de li gel wezîrê berevanî yê Amerîkayê Mark Esper civiyan û giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên rewşa Îraq û deverê kir.
Hevdem li gel spasiya me bo piştîvaniyên berdewm yên Amerîkayê, me tekez li ser vê yekê kir ku hevpeymaniya Amerîka û herêma Kurdistanê bo parastina ewlekariya Kurdistan, Îraq û deverê de gelek giringe.
Ji aliyê xwe ve wezîrê berevanî yê Amerîkayê behsa vê yekê kir ku herêma Kurdistanê hevpeymanekî giring ya Amerîkayêye li deverê de lewre Amerîka li ser piştîvanî kirin û perwerde kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna teror û gefên DIŞIê berdewam dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin